Hêzên Asayîşê: 2 endamên me di teqeînekê li Hesekê birîndar bûn

Doh li çerxereya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê teqînekê rû da û di encamê de 2 endamên hêzên Asayîşê birîndar bûn.

Hêzên Asayîşa herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku, 2 endamên wan di teqînê de birîndar bûn..

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku, teqîn bi motorsiklêteke bombebarkirî bi erebeyeke leşkerî ya Hêzên Asayîş ve teqiyaye..

Li gorî nûçegihanê me ragihand, herdû endam birînên wan giran in û li nexweşxaneyê tên dermankirin..

Ev demeke teqîn li herêmê çêdibin, lê ti alî li xwe nagire..

Leave a Reply

Back to top button