Çeteyan mala Kurdekî şewtand û ew jî ji qehra mir

Çeteyên dewleta tirk a dagirker ku bi kirinên xwe yên dizî, talanî û revandinê tên naskirin niha li Girê Spî û Serêkaniyê jî heman kiryarên xwe didomînin.
Çeteyên ku hertiştî talan dikin vê carê berê xwe dane astengdaran.
Çete kesên astengdar bi hinceta ku di nava QSD’ê de şerkirine û birîndar bûne wan digrin û ji bo berdana wan fîdye dixwazin.
Her wiha kurdekî ji Girê Spî ku çeteyan mala wî şewitandin ji qehran re wefat kir.

Wî bi çavê xwe dît, mala wî hat şewtandin, ji lewre xew ranegirt û ji qehra jiyana xwe ji dest da..

Kurdê bi navê Mihemed Çawîş 67 salî yê ji Girê Spî, ji ber şewtandina çeteyên Tirkiyê ji mala wî re, di krîza dil re derbas bû û wefat kir..

Hevsera wî Hedle Mihemed Çawîş diyar kir ku, ev ne cara yekê ye ku ji ber çeteyên Dewleta Tirk koçber dibin û niha jî li mala xelkê dimînin..

Hedle da zanîn ku, wan nekarî tiştekî ji malên xwe bi xwe re derxin, çeteyan her tişt talan kirin û şewtandin..

Dayika ku hevserê wê ji qehra miriye, niha tevî 6 endamên malbata xwe li gundê Til Hacib ê Rojhilatê Kobanê dimîne..

Lê kirinên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk tenê bi van kirinan re sînordar nema.

Êrişên dewleta Tirk a li ser sivîlan
Çeteyên Tirkiyê astengdaran digirin û fîdyeyê dixwazin

Mustefa Mihemed El-Xelef ji gundê Muhra yê Girê Spî ye.

Mustefa sala 2015’an dema ku li gundê xwe pez diçêrîne pêlê mayînê dike û di encam de dest û lingeke wî qut dibe.

Mustefa Mihemed ji ber êrişên dewleta Tirk koçber dibe û li kampa Girê Spî bi cih dibe.

Misetefa li ser rewşa xwe wiha dibêje:

“Tevê ku di gundê me de baregehên leşkerî tûnene çeteyan gundê me bêserûber topbaran kirin û malên me xirakirin.

Ji ber topbarana bêserûber em neçarî koçberiyê bûn.

Misetefa destnîşan kir ku çeteyên dewleta tirk kesên astengdar bi hinceta ku di nav QSD’ê de birîndarbûne digre û ji bo berdana wan fîdye dixwazin.

Mustefa teqez kir ku çete kesekî astengdar ji gundê wî bi tewana di nava QSD’ê de ye girtin û ew li beramerî 500 hezar lîreyên Sûrî serbest berdan.

Mustefa Mihemed El-Xelef bang li civaka navdewletî kir ku dewleta Tirk li Sûrî derxînin da ku bikaribin bizvirin cih û warên xwe.

Leave a Reply

Back to top button