Ebû Umer El-Idlibî: li gorî lihevkirineke veşartî di navbera Rûsya û Tirkiye de, dibe ku gelek hereman radestî rejîmê bikin

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî diyar kir ku ji bo Idlibê di navbera Rusya û Tirkiyê de bazarek heye û tê payîn ku ji bo bi komî gund û bajarokên Idlibê radestî rejîma Sûriyê were kirin, wê lihevkirinek çêbibe.

Fermandarê Giştî yê Lîwa Şemal El-Demokratî Ebû Umer El-Idlibî têkildarî şerê dawî yê Idlibê axivî.

El-Idlibî diyar kir ku ji bo gelek herêmên Idlibê radestî rejîma Sûriyê bikin, di navbera Tirkiyê û Rûsyayê lihevkirineke veşartî heye.

El Idlîbî diyar kir ku, ev lihevkirin ji Astana yekem heta ya 14 bi awayekî zelal eşkere bû..

Her wiha El Idlibî, di hevpeyvîna xwe ya li gel ajansa Hawarê de bal kişand ser pêşketinên meydanî û da xuyakirin ku armanca Rûsya ji êrîşên li ser gundewarên Rojhilat û Başûrê Idlibê, bidesxistina riya Sincar – Xan Şêxûn e.

Di heman wextê de, ragihand ku ji şerê rû dibe diyar dibe ku Rêjîmê riya gundewarê Helebê bi yê Hemayê ve girê dide, kontrol kiriye û bi vî awayî gelek gund û bajarok xistiye destê xwe.

Fermendarê Lîwa El-Şemal a Demokratîk Ebû Umer El-Idlibî got, “Li gorî lihevkirinê dibe ku di demeke nêz de, radestkirineke komî di navbera Tiriyê û Rûsyayê de çêbibe.”

Leave a Reply

Back to top button