DAIŞ’ê li Xaneqînê êrîş kir 6 endamên Heşda Şabî hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî noqteya leşkerî ya hêzên Heşdî Şeebî ya li Xaneqînê kirin. Di encama êrişê de 6 endamên Heşdî Şeebî hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

Şevê din çeteyên DAIŞ`ê êrişî noqteyek Heşdî Şeebî a li nêzîkê bîra petrolê ya li navçeya Xaneqînê kirin.

Piştî êrîşê di navbera çete û Heşda Şeebî de şer derket.

Li gorî agahiyên ajansa Rojnews di encama êrîşê de 6 endamên Heşdî Şeebî hatin kuştin û 8 jî birîndar bûn.

29’ê Mijdarê jî çeteyên DAIŞ’ê bi şev êrîşî gundê Kulco yê bajarokê Kokis’ê yê bi ser navçeya Kifrî ve kirin.

Di wê êrîşê de jî 3 endamên asayîşa bajarokê Kokis şehîd bûn û 4 endamên asayîşê û 3 welatî jî birîndar bûn.

Her weha ji ber metirsiya zindibûn û êrîşên DAIŞ’ê nêzî 100 gundên Germiyan û Xaneqînê vala bûne.

Leave a Reply

Back to top button