Sefaretxaneya Îranê ya li Necefê cara duyemîn hat şewitandin

Îstifaya serokwezîrê Iraqê jî nekarî xwepêşandanên li welêt bi dawî bike.
Konsolosa Îranê li bajarê Necef cara dûyemîn ji aliyê xwepêşanderên Iraqê ve hate şewitandin.
Piştî vê fermandariya operasyona Firat û fermandariya polîsên Necef bang li hêzên ewlekariyê kir daku di amadekariyê de bin.

Xwepêşandanên li Iraqê li rexmê îstifakirina serokwezîrê Iraqê jî domkirin.

Xwepêşandêran duh bi şev cara dûyemîn li Necef sefaretxaneya Îranê şewitandin.

Piştî vê yekê feramndariya operasyona Firat û fermandariya polîsên Necef banga amadekariyê li hêzên ewlekariyê kirin.

Herwiha waliyê Necefê jî bang li hikumeta federal kir daku bi lez ji bo rawestandina xwînrijînê dest bi kar bikin û li ser vê bûyerê lêkolînê bidin destpêkirin.

Li gorî ragihandinên Iraqê, hêzên ewlekariyê li bajarê Necefê di amadekariyê dene.

Hêjayî gotinê ye ji Bexdayê jî hêzek leşkerî ji bo rawestandina xwepêşandanan çûbûn Necefê.

Ji 15’ê Tîrmehê ve li Iraqê ji ber nebûna xizmet û derfetê kar xwepêşandan destpêkirin.

Xwepêşandanên li Iraqê
Îstifaya serokwezîr jî xwepêşandan bidawî nekir

Piştre jî di xwepêşandanan de hat xwestin serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî îstifa bike û hikumet were hilweşandin.

Di xwepêşandanên Iraqê de zêdetirî 400 kes hatin kuştin û zêdetirî 17 hezar kes jî birîndarbûn.

Li ser zextên xwepêşandêran û rêberê bilind yê Şuiyan Elî Sîstanî, serokwezîrê Iraqê Adil Edulmehdî di 29’ê Mijdarê de îstifaya xwe pêşkêşî parlamentoyê kir.

Duh parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan îstifaya serokwezîrê Iraqê pejirand.

Lê îstifaya serokwezîr jî nekarî xwepêşandanên li welêt bi dawî bike.

Leave a Reply

Back to top button