Rejîmê bajarokê Seraqibê a gundewarê Idlibê bombebaran kir, sivîlekî jiyana xwe ji dest da

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku balafirên şer ên rejîmê bajarokê Seraqibê ku di destê çeteyên dewleta Tirk de ye bombebaran kir.
Di encam de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku rejîma Sûrî di çarçoveya êrîşên li dijî çeteyên dewleta Tirk de, vê sibehê bazara bajarokê Seraqibê li gundewarê Idlibê bombebarna kir.

Li gorî Çavdêriyê, di encam de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê herêmên Refa, Helbe û Herakî li gundewarê Me’eret Nu’man bombebaran kirin.

Li aliyekî din, balafirên şer ên Rûsyayê jî bajarokê Kefer Secna û derdora wê yên gundewarê Idlibê kirin hedef.

Leave a Reply

Back to top button