Îro di saetên sibehê de kurê serokê berê yê Meclisa Eşîrên Şedadê hate kuştin.
Îro di seat 04:00’ê berbangê kesên nenas li ser 2 motorsîklêtan êrişî mala Silêman El-Derwîş ê serokê berê yê Meclisa Eşîrên Şedadê û nûnerê eşîra El-Mehasin kir.
Wan kesan gule li Silêman El-Derwîş û kurê wî reşandin.
Di encamê de Silêman birîndar bû û kurê wî Elî El-Derwîş jiyana xwe ji dest da:
Silêman El-Derwîş jî rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî der barê mijarê dest bi lêpirsînê kir.