QSD: Li Eyn Îsayê 2 serçete û 3 çete hatin kuştin

Di nava 24 saetên derbasbûyî de careke din dagirkeriya dewleta tirk agirbest binpê kir û êrîşê herêmên Eyn Îsa û Til Temirê kirin . QSD’ê ragihand ku li Eniya Eyn Îsa dewleta tirk hewil da dagirkeriya xwe li heremê berfireh bike. Di encama şerekî giran de 2 jê serçete bi giştî 5 çete hatin kuştin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encamên şer ên 24 saetên dawî eşkere kir.

Li gor daxuyaniya QSD’ê..

Li Eniya Tiltemir artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran û balafirên bê mirov êrişî gundên Erîşa û Til Mihemed kirin.

Li Eniya Eyn Îsa jî artêşa dagirker ji bo berfirehkirina dagirkeriya xwe êrişê gundên Kefîfa, Sarûnc û Qiz Alî kir.

Şerekî giran li heremê rû da û di encamê de 2 jê serçeteyên koma bi navê Sûltan Mûrad, bi giştî 5 çete hatin kuştin û hejmarek ji wan birîndar bûn.

Di encama êrîşên artêşa dagirker de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.

Leave a Reply

Back to top button