Dema ku êrîşên berfireh a Rûsyayê li ser hin deverên Ukraynayê pêk hatin, Ukrayna û Polonya peymana ewlehiyê ya herî berfireh a ku heya niha hatî çêkirin îmze kirin.
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê nû yê Înglîstanê John Gealy piştî hevdîtina xwe ya bi Zelenskiy re li Odessa pakêteke nû ya piştgiriyê ji Ukraynayê re ragihand.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li Varşovayê bi Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk re civiya.
Lîderên her du welatan êrîşên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê û piştgiriya zêdetir a NATO’yê gotûbêj kirin.
Her wiha Ukrayna û Polonya peymana ewlehiyê ya herî berfireh a ku heya niha hatî çêkirin îmze kirin.
Zelensky li ser hesabe xwe yê medya dijîtal ragihand ku hemû moşek û balafirên bê mirov ên Rûsî ku ber bi axa Polonya tê avêtin dê Ukrayna di qada xwe yê hewayî de îmha bike.
Zelenskiy her wiha diyar kir ku Lejyona Ukraynayê ya ku ji dilxwazên Ukraynayê pêk tê, di çarçoveya peymana di navbera Kîev û Varşovayê de wê li ser axa Polonyayê bê perwerdekirin.
Herwiha Zelenskiy spasiya Serokwezîrê Polonya Donald Tusk kir ji bo hevgirtin û piştgiriya wî ya bi gelê Ukraynayê re.
Civîna dualî ya Zelenskiy û Tusk çend demjimêran piştî êrîşên Rûsyayê ku li ser deverên cûda yên Ukraynayê kir, pêk hat.
Îngilîstanê moşekên brimstonê bişîne Ukraynayê
Li aliyê din Wezîrê Parastinê yê nû yê Înglîstanê John Gealy piştî hevdîtina xwe ya bi Zelenskiy re li Odessa pakêteke nû ya piştgiriyê ji Ukraynayê re ragihand.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Brîtanyaya Mezin ve hat dayîn de hat ragihandin ku di serdana hevdem digel pîrozbahiya Roja Hêza Deryayî ya Ukraynayê de, wezîrê parastinê wî welatî piştrast kir ku hikûmeta nû ya Westminster dê piştevaniya bêdawî ya Îngîlîstanê ji Ukraynayê re bihêz bike.
John Gealy got:
“Dibe ku di hikûmetê de guhertin çêbibin, lê Brîtanya Mezin di piştgirîya xwe ya ji bo Ukraynayê de yekgirtî ye.
Wek wezîrê parastinê ya nû, ez ê piştrast bikim ku em piştgiriya Ingîlîstanê bi zêdekirina dabînkirina alîkariyên leşkerî yên girîng xurt bikin.”
Di pakêta alîkariyê ya nû de dê bêtir çekên topavêj, çaryek mîlyon fîşekên cebilxane û nêzî 100 mûşekên Brimstone yên bi rêkûpêk bi rê ve bibin.



