Hêzên rejîmê li dijî çeteyên gundewarê Idlibê, êrîşeke nû da destpêkirin

Piştî binkêtina danûstandinên li Cinêvê şerê li gundewarê Idlibê roj bi roj gurtir dibe.
Li “herêma bêçek”, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên dewleta Tirk de şerekî dijwar didome.
Hêzên rejîmê li ser herêmê êrîşeke nû pêk anîn û ji her du aliyan kuştî hene.
Li aliyekî din çeteyên dewleta Tirk êrîş birin ser balafirgeha leşkerî ya Hemayê.

Li gundewarên başûrê Idlibê ku di nav “herêma bêçek” de ne, di navbera hêzên rejîmê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de şerekî dijwar didome.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku li gelek eniyên gundewarên başûr û rojhilatê Idlibê îro berbangê careke din şerekî dijwar rû da.

Çavdêriya Sûrî: Di 48 saetên dawî de ji rejîm û çeteyan 96 kuştî çêbûn

Li gorî navendê, hêzên rejîmê careke din êrişî eniyên li Seroj, Resem El-Werd û Isteblat kir.

Di encama şerekî giran de ji her du aliyan kuştî çêbûn.

Navendê di 48 seatên borî de, kuştina 51 kesên ji hêzên rejîmê li gundewarê Idlibê belge kir.

Her wiha herî kêm 45 çeteyên dewleta Tirk jî hatin kuştin.

Hat diyarkirin ku rejîma Sûrî vê sibehê jî bazara bajarokê Seraqibê ya li gundewarê Idlibê bombebaran kiriye.

Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 jî birîndar bûn.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê herêmên Refa, Helbe û Herakî yê li gundewarê Me’eret Nu’man bombebaran kirin.

Çapemeniya rejîmê: Êrîşa li ser balafirgeha leşkerî hat şikandin

Ji aliyê din ve ragihandinên bi ser rejîmê jî diyar kirin ku, li dijî balafirgeha leşkerî ya rejîmê a Hema’yê “komên terorîst” bi balafirên bê mirov êrîş pêk anîn, lê belê pergala parastinê ya rejîma Sûrî ev êrîş şikandin.

Leave a Reply

Back to top button