Fermandara YPJ’ê Berîvan Herekol: Em zarokên vê axê ne, ya dagirker û terorîs dewleta Tirk e

Endama Fermandariya YPJ ya Herêma Firatê Bêrîvan Herekol diyar kir ku ew zarokê vê axê ne û gelê xwe diparêzin û yên li dijî vî gelî terorîzmê dike dewleta Tirk û çeteyên wê ne.
Fermandara YPJ anî ziman ku li dijî qirkirin û dagirkeriya dewleta Tirk reya bi tenê berxwedan e û ew ê heta dawiyê vê bikin.

Endama Fermandariya YPJ ya Herêma Firatê Bêrîvan Herekol ji Radyoya Rojava re axivî û destnîşan kir ku her tim rêya diyalogê û çareseriyê esas girtine, lê tevî vê yekê dewleta Tirk bi armanca qirkirina gelên herêmê dest bi êrîşên xwe kiriye.

Berîvan Herekol weha got: “Dewleta qirker a Tirk di vê dagirkeriyê de bi israr bû û bi armancê îmhakirina gelê Kurd van êrîşan da destpêkirin. Li dijî van êrîşan jî tene rêyekê hebû ji bo gelê Kurd, ew jî berxwedan bû.”

Berîvan Herêkol diyar kir ku hêzên navnetewî û weke Efrînê careke din li dijî sûcên şer yên dewleta Tirk bêdeng mane û bi vê yekê bûn hevparê vî şerî.

Fermandara YPJ destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî agirbestê jî tevnegere, rêbazên DAIŞ’ê dubare dike, lê tevî ku hêzên garantor vê rastiyê dibînin li dijî vê yekê berpirsyariyên xwe bi cîh nayenin.

Fermandara YPJ Herekol bal kişand ser metirsiyên li dijî gelên Herêmê û weha got:

“Faşîzma Tirk hewl dide bi qasî serê derziyê reseniya gelê Kurd û gelên heremê nehêle û guhertina demografiyê bike. Cîhên ku dagir kirye terora tirk, rojane qetlîam, talanî, dizî, tecawiz, revandin û rûxandinê pêk tîne. Li dijî wan gel her kêlî li qadan nerazîbûnên xwe nişan dide.”

Fermandara YPJ Berîvan Herekol anî ziman ku heta têk bibin, ew ê li dijî terora dewleta Tirk û hevkarê wê DAIŞ’ê bi her awayî li ber xwe bidin û weha dewam kir:

“Dewleta Tirk ji dîrokê heta niha bi kiryarên terorî tê zanîn û xwedî dîrokekî talanê ye, navendekî terorîzmê ye. QSD, YPG û YPJ wê heta dawî gel biparêze û bi nirxên şoreşê re be. Ev şervan ji cîhekî din nehatine, zarokên vî gelî ne û nirxên xwe diparêzin. Gel û şervan li dijî qirkerî û terora tirk bi hevre di êniyan de şer dikin.”

Leave a Reply

Back to top button