HPG: Li Heftanînê 16 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin

by ehmad aseed
64 views
Gerîlayên HPG, li dijî artêşa Tirk li Heftanînê çalakiyek bihêz pêk anîn û di encamê de 16 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê HPG’ê têkildarî çalakiya gerîlayan ya li Heftenîne daxuyaniyek da.

Li gor daxuyaniyê:

1’ê Kanûnê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de ji çar milan ve li dijî leşkerên artêşa Tirk yên li Girê Konferansê bi cih bûne çalakiyek li dar xist.

Di çalakiyê de 16 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin, wesayîteke leşkerî hatiye teqandin û derb li kepçeyekê hate xistin.

Çalakiyên gerîlayan li dijî dagirkeriya irk
Gerîla Tv dîmenê çalakiya YJA Starê’ê ya li Heftenînê weşand

Her wiha Gerîla Tv dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê ya li Heftanînê ku di 21’ê Cotmehê de pêk hatibû weşand.

Hêzên YJA Starê li qada Şehîd Şêxmûs a Heftanînê çalakiyek suîkastê lidarxistibûn û tê de leşkerek hatibû kuştin.