Generalê Rûsî Boris Stalingrad: QSD li gorî peymanên bi Rûsyayê re, tevdigere

Fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê Boris Stalingrad jî tekez kir ku QSD li gorî peymanên bi Rûsyayê re îmze kirine, tev digere.

Fermandarê polîsên leşkerî yên Rûsyayê Boris Stalingrad jî Têkildarî îdiayên dewleta Tirk ên bênavber der heqê pêkne-anîna QSD’ê ya peymanê û mayîna li ser sînor,  ji ajansa ANHA’yê re axivî û got:

Îdî’ayên dewleta Tirk, hinceta ji nûve destpêkirina êrişên li ser herêmên din ên Bakurê Sûriyê ye.”

Em wek yekîneyên leşkerî yên girêdayî hikumeta federal a Rûsyayê tevî hêzên artêşa Sûriyê li seranserê sînorê Sûriye-Tirkiyê , belav bûne . ”

General Boris Stalingrad dest nîşan  kir ku QSD bi temamî ji xeta sînor heta kûrahiya 32 km vekişiye û Rûsya garantora parastina herêmê li dijî êrişên derve û vegera terorê dike.

QSD’ê di dawiya meha Cotmehê de ragihand ku hêzên wan li ser 3 beşan ji xeta sînorê bi dewleta Tirk re ji herêmên Cizîr û Firatê yên li bakurê welêt vekişî.

Lê belê gef û binpêkirinên peymana agirbestê ji aliyê dewleta Tirk ve ranawestin.

Leave a Reply

Back to top button