Bi sedan şêniyên Tebqayê û gundewarê wê cenazeyê şehîdê Lîwa Şoreşgerên Idlibê Edhem El-Hesen oxir kirin.
Şervanê Artêşa Şoreşgeran Lîwa Şoreşgerên Idlibê Edhem El- Hesen bi nasnav Watan dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bû.
Bi sedan şêniyên bajarê Minbicê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Tebqa ya Watanî wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Lîwa Şoreşgerên Idlibê , Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Zagonsaz axaftin hatin kirin.
Kesên ku axivîn di axaftinên xwe de balkişandin li ser dagirkeriya dewleta Tirk û soza şopandina rêya şehîda dan.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Edhem Hesen di nava sloganên ‘Şehîd namirin’ de hate oxirkirin.