Meclisa Rêveber a Efrîn a dagirkirî komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker li Til Rifatê pêk anî, şermezar kir.
Meclîsê diyar kir ku ev êrîş nîşanaya hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê yê li dijî sivîlan e.
Hevserokê Meclisa Rêveber a Efrînê Bekir Elo komkujiya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê pêk aniye, şermezar kir.
Bekîr Elo got, “Ev topbaran nîşaneya hovîtiya artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ye.”
Endamê meclisa Til Rifatê Ehmed Dawûd jî der barê komkujiyê de tevlî bernameya televizîyona me Meia Hedes bû û weha axivî:
KOMKUJIYA TIL RIFETÊ
EHMED DAWÛD: RAYA GIŞTÎ BERPIRSA VÊ KOMKUJIYÊ YE
“Raya giştî ya navdewletî berpirsa vê komkujiyê ye û divê van êrîşan rawestîne.
Dewleta Tirk û çeteyên wê ji bajarê Ezazê yê dagirkirî bi hawanan û bi awayekî bêserûber herêm danber topban.”
Ehmed Dawûd tekez kir ku dewleta Tirk hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike û careke din şêniyên Efrînî yên li herêmê bide koçberkirin.
Cîgirê Desteya Rêveber ê MSD’ê Hikmet Hebîb jî komkujî şermezar kir û destnîşan kir ku komkujiya îro berdewamiya komkujiyên Tirkiye li ser gelên Sûriyê ye.