MSD: Armanca komkujiya Til Rifatê tirsandin û koçberkirina şêniyan e

Meclisa Sûriye Demokratîk têkildarî komkujiya li navçeya Til Rifat a Şehbayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêk anîbû daxuyaniyek da.MSD’ê got:Armanca komkujiyê tirsandin û koçberkirina şêniyan e.

Meclisa Sûriye Demokratîk MSD’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev sûca dewleta Tirk careke din ji cîhanê re piştrast dike ku li gel Tirkiyê projeyeke mezin a dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye.

MSD’ê got,

Armanc ji vê komkujiyê tirsandina şêniyan e da ku koçber bibin, di encamê de projeya xwe ya guhertina demografyayê herêmê û qirkirina etnîkî bidomîne.

MSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li civaka navdewletî û dewletên koalîsyonê, federasyona Rûsyê kirin ku kiryarên li dijî gelê me şermezar bikin û zextê li Tirkiyê bike ku êrîşên xwe rawestîne.

Meclisa Sûriye Demokratîk bang jî li hikûmeta Sûriyê û hêzên Rûsya hat kirin ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku nehêle mîna van kiryaran çêbin û ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê bixebite.

Leave a Reply

Back to top button