Rêveberiya Xweser: Komkujiya li Til Rifatê dighêje asta sûcên şer û qirkirina etnîkî

by ehmad aseed
109 views

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê got ku komkujiya ku dagirkeriya Tirk li Til Rifatê pêk aniye dighêje asta sûcên şer û qirkirina etnîkî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser komkujiya ku dagirkeriya Tirk li navçeya Til Rifatê ya Şehbayê pêk anî daxuyanî da.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev komkujî berdewama sûcên Tirkiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Rêveberiyê destnîşan kir ku komkujiya hovane ya ku Tirkiyê li dijî zarok û koçberên herêmê pêk aniye dighêjin asta qirkirina etnîkî û li rêze sûcên şer û qetilaman zêde dibe.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Yekitiya Ewropayê, dîsa saziyên hiqûqî yên navdewletî kirin ku bi lez destwerdanê bike û nehêle rejîma Tirkiyê ya sûcdar komkujiyan derheqê gel de zêde bike.