1. SALVEGERA HÊZÊN ERKA XWEPARASTINÊ YA MINBICÊ HAT PÎROZ KIRIN

Şêniyên Minbicê 1. salvegera Hêzên Erka Xweparastinê pîroz kirin.

Komîteya parastinê ya Minbicê îro bi boneya salvegera yekemîn a damezirandina Hêzên Erka Xweparastinê şahiyek li avahiya komîteyê orgenîze kir.

Bi dehan şêniyên Minbicê di nav de malbatên şehîdan, endamên komîte û saziyên sivîl û leşkerî yên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê û endama Meclisa Hevserokatiya MSD’ê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de li ser navê sazî û rêxistinên Minbicê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de hêzên erka xweparastinê hatin pîrozkirin

Di şahiyê de şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Mihemed Elî û Ibrahîm Mistefa helbestên xwe yên girêdayî hezkirina welat pêşkêş kirin.

Şahî bi gerandina xelekên dîlanan bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button