UNICEF komkujiya ku dewleta Tirk der heqê zarokên Til Rifetê de pêk aniye, şermezar kir.
Rêxistina zarokan a NY (UNICEF) der barê vê êrîşê de daxuyaniyek da.
Tê de, birêveberê herêmî yê rêxisitinê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Ted Chaiban êrîşa dewleta Tirk şermezar kir û got:
Ev êrîş şokek li me xist û me pir êşand.
Zarokên hatine armanckirin jî, kêmî 15 salan in.
Rêxistina zarokan a NY- UNICEF:
Kesên zarokan dikin armanc, wê werin cezakirin
Chaiban diyar kir ku bi vê êrîşê, hejmara zarokên kuştî li bakurê Sûrî gihaşt 34 zarokan.
Rêxisitina UNICEF a NY di dawiya daxuyaniya xwe de, bang li aliyên şer ên Sûriyê kir ku parastina zarokan bikin û teqez kir ku ew ê kesên zarokan dikujin, ceza bikin.