Civîna NATOyê Erdogan: Em ê daxwaza destekê ji NATOyê bikin

Erdogan berî biçe Londonê xwest, YPG’ê bixe lîsteya terorê.
Pentagona Emerîkî jî, got ” ew qebûl nakin YPG’ê weke terorîst were dîtin”

Beriya lidarxistina civîna NATOyê li Londinê, Erdogan ji NATOyê xwest ku li xwe veger û destekê bide êrîşîn wî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Erdogan gef li NATOyê xwar û got:

Divê NATO li dijî gefên lê, xwe ji wiha bêhêztir bike, eger ne wisa be, wê endamên wê li bedîlên wê bigerin.

Erdogan tekez kir ku ”eger NATO YPG’ê neke lîsteya terorê, ew ê li dijî planên NATO yên li Beltîqê derkevin”.

Civîna NATOyê
Erdogan: Tenê Tirkiye DAIŞ’ê li Sûriyê têk bir!

Erdogan idîa kir ku ”tenê dewleta Tirk şerê DAIŞ’ê kiriye û ew li Sûriyê têk biriye.”

Têkildarî mijarê Wezîrê Parastinê yê Emerîkayê Mark Esper bersiv da Erdogan û got:

Tiştê ku Tirkiye weke gef ji xwe re dibîne, li ser hemû endamên NATOyê ne gef in.

Civîna NATOyê
Esper: Bila Erdogan hêviya ti destekê ji NATOyê neke

Esper destnîşan kir ku eger pêşinyarek a xistina YPG di lîsteya Terorê de hate kirin, ew ê li dijî pêşinyarê derkevin û qet piştgiriyê nedinê.

Her wiha Esper da xuyakirin ku bila Tikriye ne li hêvê be ku di civîne NATOyê de destekê ji bo êrîşên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî bidest bixe.

Leave a Reply

Back to top button