Fermandarê QSD’ê yê li êniya Eyn Îsayê, Elî Şêr Cudî tekez kir ku dewleta Tirk agirbest binpê kir û êrîşên xwe yên li dijî navçeya Til Temir û Eyn Îsayê bê navber didomîne.
Elî Şêr Cudî bang li hemû ciwanên Sûriyê kir ku li dijî êrîşan bisekinin û parastina axa xwe bikin.
Ji roja dewleta Tirk di 9’ê Cotmehê de dest bi tevgera xwe ya dagirkeriyê kir, êrîşên li dijî Til Temir û Eyn Îsayê bê navber dewam dikin.
Fermandarê QSD’ê Elî Şêr Cudî yê li êniya şer a navçeya Eyn Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk bi ti awayî pîvanên agirbestê pêk neaniya.
Fermandarê QSD’ê diyar kir ku ew weke hêzên QSD’ê parastinê gel dikin û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiv didin êrîşan.
Elî Şêr Cudî anî ziman ku wan wek hêzên QSD’ê xalên lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de çêbûye pêk anîne û 32 km ji sînor vekişiyan e.
FER QSD’ê yê li êniya Eyn Îsa Elî Şêr Cûdî:
Dewleta Tirk ne ji bo herêmeke ewle, ji bo dizî û talaniyê şer dike
Elî Şêr Cudî bal kişand ser sûcên şer yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û diyar kir ku dewleta Tirk ne ji bo herêmek ewle, berovajî wê ji bo dizî û talaniya herêmê şer dike.
FER. QSD’ê yê li êniya Eyn Îsa Elî Şêr Cûdî:
Divê hemû ciwanên Suriyê li dijî êrîşan bisekinin
Fermandarê QSD’ê Elî Şêr Cudî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanên Sûriyê kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yekîtiya xwe avabikin.