Rejîma Sûrî hin herêmên din xist bin kontrola xwe

Êrîşên rejîma Sûrî yên li dijî çeteyên dewleta Tirk ên li Idlibê, bi piştevaniya Rûsyayê berdewam dike. Rejîma Sûrî hin herêmên din bidest xistin. 

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku li bejahiya başûr-rojhilatê Idlibê di navbera rejîma Sûrî û çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar rû dide.

Li gorî çavdêriyê, rejîmê careke din gundê Sirûc û hin deverên ji gundê Resim Werd ku ev sê roj in li vê herêmê şer dewam dike, xistiye bin kontrola xwe.

Her wiha rejîmê û balafirên şer ên Rûsyayê herêmên Sihal, Tîna, Burc û Birêsa jî yên li gundewarê rojhilatê Idlibê bombebaran kirin.

Leave a Reply

Back to top button