ARMANCA HEDEFGIRTINA ŞÊX BESAM SEKINANDINA DENGÊ HEQ Û RASTIYÊ YE

Yekitita Oldarên Misliman a herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê hedefgirtina Serokê Komîteya Olî ya xeta rojhilatê bajarê Dêrazorê Şêx Besam Hemûd Elî şermezar kir.

Daxuyanî li ber avahiya Yekitiya Oldarên Misliman a herêma Cizîrê ya li bajarê Qamişlo ji aliyê serokê yekitiyê Mele Mihemed Xerzanî ve hate xwendin.

Xerzanî got:

Em ji wan kesên sûcdar re dibêjin:

Bi çi gunehî ev îmamê paqij ê xêrxwaz tê hedefgirtin.

Wekî ku hîn dixwazin bi van kiryarên xwe yên sûcdar dengê heq û aştiyê bisekinîn.

Hûn alavên ku daxwazên dewletên derve û komên herêmî yên derve yên kuştin û wêran bi ser gelê Sûriyê de anîn, pêk tînin.

Em şîfa lezgîn ji Şêx Besam re dixwazin û binkeftinê ji şerxwaz û alavên wê re dixwazin.

Serokê Komîteya Olî ya xeta rojhilatê bajarê Dêrazorê ya rizgarkirî di 7’ê Mijdarê de dema derbasî mizgeftê dibû ku nimêjê bike ji aliyê kesên rûgirtî ve hat hedefgirtin.

Leave a Reply

Back to top button