HPG: Li herêma Heftenînê 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li herêma Heftenînê li dijî artêşa dewleta Tirk çalakî pêk anîn û di encamê de 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayan ku li Heftenînê pêk anîbûn daxuyaniyek weşand.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê:

Gerîlayan 2’yê Kanûnê li Heftanînê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftenînê de, li Girê Konferansê yê Mezin li dijî artêşa Tirk çalakiyek pêk anî.

Di encama çalakiyê de 7 leşkerên artêşa dewleta Tirk hatin kuştin.

Her weha kozikek çeka giran a A-4 û kamerayeke mobeseyê jî hate rûxandin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê bê serûber herêm bi obûs û hawanan topbaran kir.

Ji aliyê din ve 2’yê Kanûnê balafirên artêşa Tirk qada Geliyê Pîsaxa ya herêma Heftenînê ya Qadên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir.

HPG’ê diyar kir ku di bombebaranê de ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

Leave a Reply

Back to top button