Macron: Tirkiye bi komên çeteyên DAIŞ’ê re kar dike

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron dewleta tirkiyê bi tundî rexne kir û got: Dewleta tirk bi komên çete yên DAIŞ’ê re kar dike.

Beriya civîna NATO’yê, Macron li gel serokê Emerîka Donald Trump hevdîtinek pêk anî û rexneyên tund li dewleta tirk kir.

Macron ê ku li kêleka Trump bersiva pirsên rojnamevanan da wiha got:

“Dema temaşeyî tirkiyê dikim vê dibînim;

Niha li dijî kesên ku bi me re kar dikin şer dike.

Carnan bi komên çete yên têkliya wan bi DAIŞ’ê re heyî kar dike.”

Her wiha Macron anî ziman ku ew têkliyên xwe yên bi tirkiyê re jî di ber çavan re derbas dikin.

Serokkomarê Fransa Macron her weha balkişand ser pergala parastina Rûsî ya S 400 ku dewleta Tirk kirî ye û weha got:

“Tirkiye nehevsengiya bi NATO’yê re hilbijart.”

Leave a Reply

Back to top button