Di civîna 4 alî ya li Londonê de rewşa Sûrî û Lîbya hat nîqaşkirin

Tevî cîvîna NATO’yê îro civîneke din jî li Londonê pêk hat. Civîna 4 alî ya dinavbera Fransa, Almanya, Tirkiye û Ingiltere de ku pêk hat bi dawî bû. Welatan di civînê de mijara Sûrî û Lîbya nîqaşkirin. Di daxuyaniyên hatin dayîn de xuya dike ku lihevkirinek derbarê mijaran de çênebûye.

MERKEL: EV CIVÎN DESPÊKA NIQAŞEKE DIRÊJE
Civîna 4 alî ya dinavbera Fransa, Almanya, Tirkiye û Ingiltere de ku pêk hat bi dawî bû.
Mijara sereke ya civîna 4 alî derbarê dagirkeriya dewleta tirk ya li bakurê Sûrî û Lîbya bû.
Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîrê Ingirltere Boris Johnson bi qasî 50 dq civîneke li çapemeniyê girtî pêk anîn.
Piştî Civînê Serokkomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan derket pêşberî çapemeniyê û peyamên erînî derbarê civînê de da.
Peyama din a derbarê civînê de ji Serokwezîra Alman Merkel hat.
Merkel civîn bi girîng binav kir û got,
Ev despêka nîqaşeke dirêj ya girînge.
Hat zanîn ku wê her 4 welat di 4’ê Sibata 2020’an de careke din bicivin.
JOHNSON: TÊKOŞÎNA LI DIJÎ TERORÊ WÊ DEWAM BIKE
Serokwezîrê Ingiltere Johnson jî têkildarî civîna 4 alî axivî û got:
Aliyan ji bo herêmek ewle ya koçberan were avakirin û têkoşîna li dijî terorê divê xebatek hevpar bê krin.
SEROKOMARÊ FRANSA MACRON:TIRKIYE BI KOMÊN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê RE KAR DIKE
Beriya civîna 4 alî Serokomarê Fransa Emmanuel Macron li gel serokê Emerîka Donald Trump hevdîtinek pêk anî û rexneyên tund li dewleta tirk kir.
Macron ê ku li kêleka Trump bersiva pirsên rojnamevanan da wiha got:
“Dema temaşeyî Tirkiyê dikim vê dibînim;
Niha li dijî kesên ku bi me re kar dikin şer dike.
Carnan bi komên çete yên têkliya wan bi DAIŞ’ê re heyî kar dike.”
Her wiha Macron anî ziman ku ew têkliyên xwe yên bi Tirkiyê re jî di ber çavan re derbas dikin.

Leave a Reply

Back to top button