Li ser rawestandina êrîşan li ser sivîlan, hat lihevkirin

Tevî cîvîna NATO’yê, civîneke çar-alî navbera Fransa, Almanya, Tirkiye û Brîtanyayê li dar ket.
Di civînê de, gelek mijar hatin nîqaşkirin, di nav de Sûriyê.

Serokwezîra Almanya Angela Merkel, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokkomarê Tirkiyê Erdogan û Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson bi qasî 50 deqeyan, civîneke girtî pêk anî.

Piştî lidarxistina civîna çar-alî ofîsa serokwezîrê Brîtanyayê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de, herçaran li ser rawestandina êrîşên li ser sivîlan li Sûriyê û bi taybetî li parêzgeha Idlibê erê kir.

Her wiha hat teqezkirin ku divê alîkariyên mirovî derbasî Sûriyê bibin û divê piştevaniya biryara NY a 2254 û komîteya were kirin.

Li gorî daxuyaniyê, serokan teqez kir ku ew ê ji bo vegera penaberên Sûrî bi awayekî ewle bixebitin.

Her wiha dê di meha Sibatê de, careke din li hev bicivin..

Leave a Reply

Back to top button