KCDK-E: Divê gelê me yê li Ewropayê jî tevlî şîna neteweyî bibe

Ji bo şermezarkirina komkujiya Til Rifatê ku zarokên Efrînî bû qurbanî Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê 4 û 5’ê Kanûnê weke şîna neteweyî li tevahî Cîhanê radigihîne.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê ji bo komkujiya Til Rifetê 4 û 5’ê Kanûnê şîna ragihînin.

KCDK-E’yê ragihadn ku 4’ê Kanûnê weke şîna neteweyî li tevahiya cîhanê radighînin û bang li gel kir ku ji bo şîna neteweyî bantên reş bi saziyan û qadan ve bike û bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin.

KCDK-E’yê diyar kir ku ew ê di van rojan de dakevin qadan û wêneyên zarokên ku bi balafirên dewleta tirk hatine şehîdxistin werin hildan.

KCDK-E’yê ragihand ku ew ê pankartên reş bi navendên civakî yên li Ewropa, Japonya, Kanada û Awûstralyayê ve bikin.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê hat destnîşan kirin ku bi komkujiya Til Rifetê re hat xuyakirin ku dewleta tirk diminatiya kurdan dike û armanca wê qirkirina gelê kurd e.

Leave a Reply

Back to top button