Li dijî destwerdana Tirkiye ye li Lîbya derketin

Her du Serokên Wezareta Karên Derve yê Misr û Îmaratê li dijî destwerdana dewleta tirk ya li Lîbiyayê derketin û nerazî bûn nîşan dan.

Serokê Wezareta Karên Derve yê Misrê Semêh El-Şukrî bi rêya telefonê li gel hempîşeyê xwe yê Îmaratê Şêx Abdullah Bin Zayêd re rewşa Sûriye û Lîbiya yê nîqaşkirin.

Her du wezîran li ser hewcedariya bi pêşxistina çareseriya siyasî li Rojhilata Navîn ku rûmeta gelan biparêze lihevkirin.

Her wiha wezîran li dijî destwerdana dewleta Tirk ji bo Lîbiyayê teqez kirin.

Piştî peywendiya telefonê di navbera Serokên Wezareta Karên Derve yê Misr û Îmaratê, Wezareta Karên Derve yê Misrê daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo pêşxistina Pêvajoya siyasî divê dewletên ereba têkiliyên xwe bi civaka navnetewî û bi aliyên ku parastina ewlehiya herêmê bikin zêde bikin.

Ev peywendiya telefonê di navbera Serokên Wezareta Karên Derve yê Misr û Îmaratê piştî ku Misir, Yewnanistan û Qibrisê nerazîbûn nîşanî peymana di navber Erdogan û Hikumeta El-Sirac de hatibû lidarxistin, pêk hat.

Leave a Reply

Back to top button