Kongra Star: Kuştina zarokan sûcê şer e

Tevgera Kongra Star ji bo şermezarkirina Komkujiya li Til Rifatê daxuayniyek nivîskî da.
Kongra Star diyar kir ku divê NY û rêxistinên mafên mirovan bi erkê xwe yê mirovî û exlaqî rabe û rê nede carek din komkujiyên bi vê rengî dubare bibin.

Kongra Star di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev komkujî li dijî zagonên navneteweyî û mirovî ne û weke sûcên şer bi nav kir.

Kongra Star da xyakirin ku komkujiyên dewleta tirk li Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî armanc jê qirkirina etnîkiye.

Kongra Star di dawiya daxuyaniya xwe de bang li hêzên demokratîk û jinên şoreşger ên cîhanê kir ku ji bo piştevaniya tekoşîna li dijî hişmendiya dagirkeriyê û parastina destkeftiyên jiyana azad a gelên herêmê, bi rola xwe rabin.”

Leave a Reply

Back to top button