5 DAIŞ’iyên din ên Alman şandin welatên wan

Dewleta Tirk a dagirker 5 DAIŞ’iyên Elman yên din şandin welatên wan.

Wezareta hindir a Tirkiyê ragihand ku doh wan 5 DAIŞ’iyên din ên Elman şandin welatê wan.

Herî dawî jî, 2 jinên DAIŞî derbasî Elmanyayê bûbûn.

Dewleta Tirk ji meha Mijdarê ve dest bi dersînorkirina DAIŞ’iyên di hembeza xwe de kiriye.

Meha borî jî, berpirsên dewleta Tirk ragihandin ku nêzî 1200 DAIŞ’iyên biyanî li gel wan hene û bi niyet in hemûyan vegerînin welatên wan.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriyê gelek çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan reviyabûn û çûbûn cem hevkarê xwe Tirkiye.

 

Leave a Reply

Back to top button