46 rêxistinên sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û cîhanê li dijî şîdeta Îranê ya li hemberî xwepêşandêran daxuyanî dan. Rêxistinanan bang li rejîma Îranê kirin ku xwepêşandêrên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serbest berde.
Desthilatdariya Îranê zext, îşkence, girtin û kuştina xwe ya li dijî xwepêşandarên Îranê didomîne.
46 rêxistinên sivîl, rêxistinên mafên mirovan ên Îranê û cîhanê li dijî zextên rejîma Îranê ku li dijî xwepêşandêran pêk tîne daxuyaniyek weşandin.
Rêxistinan di daxuyaniyê de ev daxwaz kirin:
Divê di demek nêz de, xwepêşander û çalakgerên hatine girtin, werin berdan.
Rêz ji çalakiyên aştiyane û çalakiyên azad re were girtin.
Divê demildest îşkence û zexta ku rejîma Îranê li hember xwepêşandêran pêk tîne were rewestandin.
Kesên ku destê wan di kuştina xwepêşanderan de heye divê werin eşkerekirin, dadgehkirin û cezakirin.
Divê qedexeya li ser înternetê were rakirin û mafê agahî standinê neyê astengkirin.