HRE’ê diyar kir ku hêzên wan ji bo tolhildana komkujiya Til Rifetê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker çalakî pêk anîne û di encamê de 7 dagirker hatine kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê ji bo çalakiyên tolhildanê ku li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn, Ezaz û Marê pêk anîne, daxuyaniyek weşand.
Li gorî daxuyaniya HRE’ê,
3’ê Kanûnê hêzên rizgariyê li gundê Gobelê yê bajarê Efrînê li dijî barageheke leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.
Di encamê de leşkerekî artêşa Tirk a dagirker hate kuştin, 2 leşker birîndar bûn û bataryayeke obusê hate rûxandin.
Heman rojê Hêzên Rizgariyê li nêzî bajarê Ezazê li dijî çeper û stargehên çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidar xistin.
Di çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.
3’ê Kanûnê hêzên rizgariyê li nêzî bajarê Marê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek sekvanî pêk anîn û çeteyekî dewleta Tirk kuştin.