SIYASETMEDARÊ ALMAN: DERIYÊN YEKÎTIYA EWROPAYÊ WÊ LI TIRKIYÊ BÊN GIRTIN

Partiya Gel a Ewrûpayê ku koma herî mezin a Parlamenta Ewrûpayê ye, ji bo hilbijartinên 2019’an a Yekîtiya Ewrûpayê Manfred Weber wekî namzet nîşan da.

Weber diyar kir ku ew ê pêvajoya endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê biqedîne.

Siyasetmedarê muhafazakar ê Alman Manfred Weber, ev 14 sal in parlamenterê Parlamentoya Ewropayê ye.

Ev çar sal in jî serokê Partiya Gel a Ewropayê ye ku koma herî mezin a Parlamentoya Ewropayê ye.

Partiya Gel a Ewropayê duh li paytexta Finlandiya Helsînkiyê, kongreya xwe pêk anî .

Partiyê ji bo hilbijartinên ku wê sala bê ji bo serokatiya komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Weber , namzet , nîşan da.

Di kongreyê de dengdan ji çapemeniyê re girtî pêk hat û Weber 79 ji sedî deng girtin û bû yekemîn.

Weber, hefteya bihurî daxuyanî dabû çapemeniya Almanyayê û gotibû ku ew ê deriyên Yekitiya Ewropayê li ser Tirkiyê bigire û pêvajoya endametiya wê ji bo Ewropayê rawestîne.

Leave a Reply

Back to top button