Meclisa Nûneran a Emerîkayê ji ber kirîna sîstema S-400 a Rûsyayê, wê pêşniyar biryara derbarê ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê nîqaş bike.
Komîteya Siyaseta Derve ya Meclisa Nûneran a Emerîkayê ragihand ku ew ê hefteya bê pêşniyar biryara derbare ferzkirina cezayan li ser Tirkiyê ya ji ber kirîna pergala S-400, nîqaş bike.
Eger komîte pêşniyar qanûnê erê bike, ji bo ev bikeve meriyetê divê Serokê Emerîkayê Donald Trump îmze bike û Senato û Meclisa Nûneran jî vê qebûl bike.
Kongreya Emerîkî jî Trump rexne kir ku naxwaze li dijî dewleta Tirk cezayan ferz bike.
Di pêşniyar qanûnê de ku ji ber kirîna S-400’an cezayan li dijî Tirkiyê ferz bike, li gorî qanûna “Justa” wê sînorekê ji firotina çekên Emerîkayê yê Enqere re were danîn.