Li Kampa Holê jineke pakistanî hat kuştin

Kampa Holê, kampa herî xeter e di cîhanê de..
Îro Hêzên Ewlekariyê cenazeyê jinekê li kampê ku 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê dîtin.
Jina bi navê Fatima Abdulellah, bi eslê xwe Pakistanî ye ji aliyê jinên DAIŞ’î ve bi recimandinê hatiye kuştin.

Nûçegihanê Ajans Hawarê ji kampa Holê bi hevkariya Hêzên Ewlekariyê yên taybet bi parastina kampê, karîn sûcdariya kuştina, Fatima Abdulellah ku bi eslê xwe pakistanî û (50) salî ye eşkere bikin.

Têkildarî bûyerê, berpirsên ewlekariyê beyî ku navên xwe ji ajansa HAWAR`ê re eşkere bikin gotin,

Dema agahî hat ku jinek hatiye kuştin û jinên biyanî dixwazin cenazeyê wê winda bikin , Hêzên me destwerdan kirin, û berî ku cenaze veşêrin girtin ser wan.

Rojane li kampa Holê bûyerên wiha diqewimin .

Herî dawî jî jinên çeteyên DAIŞ`ê penaberekî iraqî kuştibûn .

Di nava kampên cîhanê de ji ber ku zêdetirî 40 hezar hevser û zarokan çeteyên DAIŞ`ê li kampa Holê bi cih dibin, kamp wekî xetertirîn kamp tê dîtin.

Leave a Reply

Back to top button