Stoltenberg: Ji bo danesîna YPG ti nîqaş nehatine kirin

Civîna NATO ya 70. salvegera damezrandina rêxistinê li Londonê bi amadebûna lîderên 29 welatan pêk hat.
Serokkomarê dewleta tirk a dagirker di civînê de hewl da ku welatên NATO’yê YPG weke rêxistineke terorê qebûl bikin, lê belê deste vala vegeriya.
Sekreterê giştî yê NATO yê jî ragihand ku di civînê de têkildarî danesîna YPG’ê ti nîqaş ne hatine kirin.

Ev du roj in civîna NATO’yê ya li Londonê di rojeve cîhanê de bû.

Di civînê de 70 saliya NATO’yê hate pîrozkirin û civîn di bin siya fikrên cuda yên welatên endam de pêk hat.

Cîhan heval dema trump û erdogan şaş dibin hinek dimenê wan biherikêne.

Piştî wêneya malbatî ya endamên NATO’yê, Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg civîn da despêkirin.

Di dewamiya rojê de di navbera welatan de civînên 2 alî pêk hatin.

Serokê Emerîka Donald Trump bi serokomarê dewleta tirk Erdogan re li otelekê bi qasî niv saet hevdîtinek pêk anî.

Rêveberên dewleta tirk îdia kirin ku hevdîtin bi awayekî erênî pêk hatiye.

Qesra Spî jî di daxuyaniya der barê civînê de weha got:

“Di civînê de teqezî li ser hevkariyê hatiye kirin û li ser sozên ku dewleta tirk dane û divê pêk bîne hatiye rawestandin.”

Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg ku bersiva pirsên rojnamevanan da ragihand ku di civînê de Projeya parastina Welatên Baltîk hatiye qebûlkirin.

Stoltenberg got, “Yekem care di dîroka me de ji bo parastina welatên xwe li ser erdê wê hêzek ya ji şer re amade hebe.”

Her wiha Stoltenberg anî ziman ku wan ji bo danesîna YPG’ê tu nîqaş nekirine.

LI LONDONÊ CIVÎNA SALVEGERA 70. A NATO YÊ PÊK HAT
JOHNSON: GIRÊDANA ME YA BI NATO RE WEKE ZINAREKÊ QAYÎM E

Serokwezîrê Ingiltere Boris Johnson jî diyar kir ku girêdana wan a di nava NATO yê de weke zinarekê qayîme.

LI LONDONÊ CIVÎNA SALVEGERA 70. A NATO YÊ PÊK HAT
KREMLÎN: BIHÊZKIRINA PLANA BÛÇEYA NATO’YÊ GÛMANÊN RÛSYAYÊ RAST DERXIST

Piştî civînê daxuyaniyek balkêş ji Kiremlîna Rûsiyayê hat.

Kremlînê nerehetiya welatê xwe ya li ser zêdekirina bûçeya NATO’yê nîşan da û got,

“Gûmanên Rûsiya yên berfirehkirina lihevkirina NATO’yê rastiya nerehetiya me piştrast kir.”

CIVÎNA 4 ALÎ
BERIYA CIVÎNA NATO’YÊ CIVÎNÊN DIN JÎ PÊK HATIN

Doh jî di navbera Ingilistan, Fransa, Elmanya û Tirkiyê de civîna 4 alî pêk hatibû.

Serokomarê dewleta tirk a dagirker Erdogan civîn erênî nirxand, lê belê ji daxuyaniyên aliyên din xuya dike ku dewleta tirk negihaye armanca xwe.

Leave a Reply

Back to top button