Serokê Fransayê Macron: Rûsya nema dijmin e.. dijminê me terora Îslamî ye

Piştî civîna NATOyê û berê civîna çar-alî, serokê Fransayê Macron, dewleta Tirk bi têkiliya wê bi DAIŞê re tawanbar kir.
Duh jî, Macron teqez kir ku dijminê wan “terora Îslamî” bixwe ye.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron di tiwîtteke xwe de pirs dike, “kî dijminê NATOyê ye?

Macron dibêje, Rûsya nema weke dijmin tê dîtin… erê hîna gefan li ewlehiya me dixwe, lê ew hevkara me ya hinek tiştan e.

Macron di tiwîtta xwe de teqez kir ku dijminê wan îroroj, terora navdewletî ye, nemaze terora Îslamî..

Jixwe berî 2 rojan, serokê Fransî tiliyên tawanbariyê dirêjî dewleta Tirk kiribû ku ew rasterast bi DAIŞê re kar dike.

Leave a Reply

Back to top button