DAIŞ’ê êrîşî tugaya 3 a pêşmergeyan li Xaneqînê kir, 3 pêmerge şehîd ketin û 2 birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê li navçeya Xaneqînê êrîşî tûgaya 3 ya pêşmergeyan kir.
Di encama şer de 3 pêşmerge şehîd bûn û 2 pêşmerge ji birîndar bûn.

Şevê din çeteyên DAIŞ’ê li gundê Dekey ê navçeya Xaneqînê ya ser bi Diyale êrişî tûgaya 3’emîn ya pêşmergeyan kir û şer rû da.

Cîgirê Fermandarên Tûgaya 3 ya Pêşmerge Cimhur Hacî Rustem diyar kir agahiya wan ji plana êrişa DAIŞ’ê hebû û got;

“Çeteyên DAIŞ’ê ji 5 milan ve bi çekên giran êrişî me kir û me ji bersiv da. Şer heta saet 22.00’an berdewam kir û êriş hate şikandin.”

Cîgirê Fermandariya peşmerge dazanîn ku di encama êrişê de 3 pêşmergeyên bi navê Luqman Tahîr, Ziyad Xelîfe Sutlan, Mehmûd şehîd 2 jî birîndar bûne.

Hate gotin ku piştî şer şehîd û birîndar rakirine Nexweşxaneya Lezgîn a Şehîd Hejar ya Kelarê.

Beriya 2 rojan jî Çeteyên DAIŞ’ê dîsan êrişê xaneqînê kiribûn û di encam de şervanek heşdî şehîb jiyana xwe ji dest dabû.

 

Leave a Reply

Back to top button