Dewleta Tirk gurçika ciwanekî ji Dirbêsiyê dizî

Piştî diziya organan a li Girê Spî, derket holê ku dewleta Tirk li nexweşxaneyên din jî di her firsendê de organên mirovan didize.
Dewleta Tirk gurçikê ciwanê Basil Mihemed Nezîr ê ji Dirbêsiyê ku piştî li ser sînor birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneyê dîzî.

Basil Mihemed Nezîr ê 27 salî ku ji bajarê Dirbêsiyê ye, beriya du salan dema ku hewl dida derbasî Qoserê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hate birîndarkirin.

Bi rengekî birîndarkirî êşkence li wî hate kirin û piştre Nezîr birin Qereqola Jendermeyan a Mêrdînê.

Nezîr piştre ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê û emeliyatkirin.

Nezîr ku bi alîkariya malbata xwe vegeriya Dirbêsiyê, paşê nexweş ket û dema rakirin nexwşexaneyê pê hisiya ki bijîjkên dewleta Tirk gurçikekî wî dizîne.

Nezîr destnîşan kir ku ew di kontrola leşkerên Tirk de emeliyat bû û para leşkerên Tirk di dizîna gurçika wî de heye û bang li saziyên navneteweyî kir ku bûyerê lêkolîn bikin.

Nezîr û malbata xwe niha ji ber êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê neçarî koçberiyê bûne û li Hesekê di dibistanan de dimînin.

Dayika Nezîr Zehra Bedran diyar kir ku kurê wê du sal in bê gurçik dijî û ji ber rewşa wan ya xizan nikarin gurçikekî ji Nezîr re deynin.Beriya niha jî Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diziya dewleta Tirk ji Organan re xistibû rojevê.

Li gorî navendê, 25’ê Mijdarê F.T. ê ku piştî teqîneke li Girê Spî bi sivikî birîndar bû, leşkerên Tirk ew rakiribûn nexweşxaneyê û organên wî hatibû dizîn.

Çavdêriyê bang li saziyên navneteweyî kiribû ku mijarê lêkolîn bikin.

Leave a Reply

Back to top button