Li Kampa Holê penaberekî Îraqî hat kuştin

Li kampa Holê îro cenazeyê penaberekî Îraqî yê bi navê Esed Elawî Medîd hat dîtin.

Li kampa Holê Hêzên Ewlekariyê penaberekî Iraqî yê bi navê Esed Elawî Medîd yê temenê wî 30 salî kuştî dîtin.

Cenazeyê penaberê Iraqî li beşê 7’emîn ê kampê hate dîtin.

Hat diyarkirin ku penaberê Iraqî ji sîng û dilê xwe ve derbên kêrê xwarine.

Li gorî agahiyên destpêkê, weke bûyerên kuştinê yên berê li Kampa Holê rû dabûn, jinên DAIŞ`î weke berpirsyar tên nîşandan.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Kampa Holê bûyerên kuştinê zêde bûn û doh jî li kampê jinek ji aliyê jinên DAIŞ’î ve hatibû kuştin.

Leave a Reply

Back to top button