Melayê Til Temirê bi şefê kolanên xwe diparêze

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, gelê herêmê çek hildide û kolanên xwe diparêze.
Melayê Til Temirê Mela Sexir Xelîl jî piştî karê xwe xelas kir, êvarê çekê xwe radike û erka xwe ya parastinê pêk tîne.

Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker destpêkirin, li Til Temirê hemû pêkhateyên navçeyayê ji bo cih û warên xwe biparêzin çek rakirin.

Ji dayikan heta mamosteyan, terzî, firoşkar û melayên mizgeftê herkes li dijî dagirkeran çek rakirine û kolanên xwe diparêzin.

Melayê mizgefta Til Temirê Sexir Xelîl jî sibehê li mizgeftê ye, êvarî jî kolanên xwe diparêze.

Mela Sexir Xelîl diyar kir ku ev bi salene weke pêkhateyên herêmê bi hev re di nav aramiyê de dijîn, lê dewleta Tirk îro êrîşî vê jiyana hevbeş dike.

Mela Sexir Xelîl weha got:

“Li vir neteweya demokratîk hatiye pêkanîn, ev di gotinê de nema û mê di jiyanê de jî pêk anî.

Nameya pêxember ku dibejê wekheviyê ava bikin, li navçeya Til Temir pêk hatiye.

Li dêran de jî, li mizgeftan jî heman dua tê kirin. Duaya yekem parastina ax, gel û aramiyê ye.”

Mela Xelîl diyar kir ku ew dixwaze li van axên ku ji dayîk bûye jiyana xwe ji dest bide û weha dewam kir:

“Ez sibehê heya beriya êvarê li mizgeftê de me êvarê jî li kolanên xwe diparêzim.
Em li dijî dagirkeriyê bi çêk bûne û welatê xwe diparêzin.
Ne tenê şervan em jî parastinê dikin ku ev welat ye mê ye.
Rewşa kolanên me heya niha baş ê.
Kesên xerîb em disekinênin û nasnameya wan dipirsin.
Erka parastina kolanan erkekî serêke ye.
Ez welatiyê vê navçeyê me û heger ez neparêzim wê kî axa min biparêze?”

Leave a Reply

Back to top button