QSD’ê bi daxuyaniyekê êncama êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên 24 seatên dawî eşkere kir.
QSD’ê destnîşan kir ku artêşa Tirk a dagirker bê navber êrîşên xwe yên li dijî Eyn Îsayê dewam dike.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li derdora gundê Erbaîn êriş birin ser warên sivîlan û çeperên hêzên QSD’ê.
QSD’ê destnîşan kir ku li ser rêya M4 ya navnetewî jî liv û tevgera komên çete dewam dike.
Li gorî daxuyaniyê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî bejahiya Tirwaziyê û Ûm Beramijê kir.
Her weha artêşa dagirker û çeteyên wê bi hawan û fuzeyan gundên Xirbit Faris, Kefîfa û Leqleqo jî bombebaran kir.
Tevî vê yekê li herêmê bê navber tevgera balafirên bê mirov ên artêşa Tirk a dagirker jî dewam kirin.
QSD’ê da xuyakirin ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker şervanekî QSD’ê birîndar bûye.