Meşa yekîtiya netewî ya ji Lozanê heta cenevreyê dest pê kir

Piştî êrîşên li dijî Rojava, girîngiya yekîtiya netewî dîsa kete rojevê.
Weke bangawazî û nîşaneya biryardariya yekîtiya netewî Kurdistaniyên li Ewrûpayê meşeke lidardixin.
Meşa dirêj ku wê ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê pêk were îro bi daxuyaniyeke girseyî dest pê kir.
Meşa dirêj a 2 rojan ku ji bo yekîtiya netewî ya Kurd, wê li Swîsreyê ji bajarê Lozanê heta Cenevreyê pêk were îro bi daxuyaniyeke çapameniyê dest pê kir.
Ji çar parçeyên Kurdistanê zêdeyî 100 siyasetmedar, nivîskar, hunermend, rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyên civakî yên ji pêkhateyên cuda ku di meşê de cîh digirin tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyaniya çapameniyê bi zimanê Kurdî, Fransî û Ingilîzî li ber avahiya ku Peymana Lozanê lê hate îmzekirin hat dayîn.
Di daxuyaniyê de girîngiya yekîtiya netewî hat destnîşankirin û hat diyarkirin ku Kurd bi xurtkirina yekîtiya xwe wê bibin xwedî statu û demokrasiya li herêmê xurtir bikin.
Beşdarên meşê di daxuyaniyê de bal kişandin ser planên dagirkerî, qirkirina etnîkî û guhertina demografiyê ya dewleta Tirk a li ser gelê Kurd dimeşîne û destnîşan kirin ku yekane rêya ku pêşî li vê bigire yekîtiya netewî û lidarxistina kongreya netewî ye.
Çalakgeran her weha daxwazên xwe jî anîn ziman.
Li gorî daxuyaniyê daxwazên sereke yên çalakgeran weha ne:
Ji bo yekîtiya neteweyî; divê rêxistin û partiyên Kurdistanî bibin yek.
Ji bo stratejî, parastin û dîplomasiya hevpar divê gav bên avêtin.
Artêşa Tirk ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ji Efrînê bê derxistin.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûrî divê qada hewayî were qedexekirin.
Hêzêkê navnetewî li ser sînor were bicîhkirin.
Rêveberiya Xweser bi awayekî fermî bê naskirin.
Koçberên Rojava bi awayekî ewle vegerin cîh û warên xwe.
Li dijî Tirkiye ambargoya çekan were ferzkirin.
Tûrîzm û malên Tirk bên boykotkirin.

Leave a Reply

Back to top button