KNK’ê serdana yekîtiya parlamenterên Başûrê Kurdistanê kir

Şandeya Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê ji bo yekîtiya netewî li Başûrê Kurdistanê serdanên xwe dewam dike.
Şandeya KNK’ê îro jî çû serdana Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê û Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê.

Şandeya KNK’ê li Hewlêrê bi pêşengiya Hevserokê KNK’ê Ehmed Qaramûs çû serdana Yekîtiya Parlementerên Başûrê Kurdistanê.
Piştî hevdîtinê herdu alî daxuyaniyeke çapemeniyê ya hevbeş dan.
Serokê Yekîtiya Parlementeran Cemal Qasim diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna yekîtiya netewî bi KNK’ê re xebateke hevbeş bimeşînin.
KNK’Ê SERDANA PARTIYA YEKÎTIYA NETEWÎ YA DEMOKRATÎK A KURDISTANÊ KIR

Şandeya KNK’ê bi heman armancê serdana Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê kir.
Sekreterê Partiya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî teqez kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên KNK’ê yên ji bo yekîtiya Kurdî.
Ev nêzî heftiyekê ye ku Şandeya KNK’ê li Herêma Başûrê Kurdistanê dest bi rêze hevdîtinan kiriye.
Çav li rê ye ku şandeya KNK’ê bi heman armancê sibe serdana Rojavayê Kurdistanê bike.

Leave a Reply

Back to top button