Di navbera Hewlêr û Bexdayê de lihevkirinek pêk hat

Di navbera hikûmeta Başûrê Kurdistan û hikûmeta Iraqê de li ser mijarên petrol, bûdce û dayîna deynan lihevkirinek pêk hat.

Li Hewlêrê, îro Şandeya hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya ku ev çend caran çûbû Bexdayê, li gel Wezîrê Darayî yê Başûrê Kurdistanê civîna çapemeniyê li dar xist.

Di civînê de li ser lihevkirina di navbera Hewlêr û Bexdayê de agahî hat dayîn.

Wezîrê Darayî yê Kurdistanê Awat Şêx Cenab eşkere kir ku Hewlêr û Bexdayê li ser 3 xalên sereke yên der barê neft, darayî û deynên Kurdistanê de li hev kirine.

Li gorî hevkirinê, wê herêma Başûrê Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft bide Bexda û Bexda jî bûdce û deynê herêmê bide.

Li gorî lihevkirinê, bûdceya pêşmergeyan jî bikeve ser bûdceya Wezara Parastina Iraqê.

Leave a Reply

Back to top button