Çalakiya konvedanê li navçeya Eyn Îsayê di roja 3’yan de dewam kir

Çalakiya konvedanê ya ku li navçeya Eyn Îsayê li dar ketiye di roja sêyemîn de didome. Bi sedan şêniyên bajarê Tebqa û navçeyên wê, Mensûre, Cirniye û gundewarên wê tev li çalakiya bûn.

Di çalakiyê de li ser navên Meclisa Jinan, Meclisa Kantona Girê Spî û Meclisa bajarokê Mensûra axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê û bi taybetî ya li Til Rifetê ku 8 jê zarok 10 kes hatibûn şehîd kirin şermezar kirin.

Her wiha destnîşan kirin ku tolhildêrê welatparêz û azad ew axa welêt xwe ji hêzên zordest diparêze, ne ku alîkariya dijmin dike ji bo ku planên wî li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pêk bîne.

Rêveberan bang li civaka navdewletî kirin ku bi lez bilivin û dewleta Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxînin û wan ji ber sûcên kirine muhesebe bikin.

Çalakiya konvedanê dewam e.

Tê payîn şêniyên Reqa û gundewarê roja Şemî tev li çalakiyê bin.

Leave a Reply

Back to top button