Trump: Nûçeya şandina 12 hezar leşkerî derew e!

Serokê Emerîka Donald Trump nûçeya şandina 12 hezar leşkerên Emerîkî ji bo Rojhilata Navîn derwewand.

Li ser Twitterê Trump ew nûçe bi derew bi nav kir, lê ti ziravî eşkere nekir.

Roja Pêncşemê, Kenala “Fox News” li ser zimanê hin berpirsên Pentagonê gotibû, “ji bo rêgirtina li pêşiya Îranê, Emerîka plan dike 7 hezar leşkerî bişîne Rojhilata Navîn”.

Berî niha jî berpirsên Emerîkî ragihandibûn ku, “Emerîka şandina bi hezaran leşker lêkolîn dike, lê hîna biryara dawî nedaye”.

Her wiha Pentagonê nûçeya Rojnameya “Will Stret Journal” a “şandina 14 hezar leşkerî” red kiribû.

Berpirsê Pentagonê Jon Rod jî diyar kiribû ku, ” li gorî tişta dibînin û hemwextî dilgiraniya wan li ser gefên heyî, dibe ku pêwîstiya displînkirina hêzên wan li Rojhilata Navîn hebe”

Her wiha Rod ragihand, “Wezîrê Parastinê yê Emeîrka agahî daye wî ku, dibe guhertin di rewşa hêzên wan de çêbibe”.

Leave a Reply

Back to top button