Rûsya balafirên xwe yên şer ji Tirkiyê re pêşkêş dike

Rûsya ragihand ku, wê di sala 2020 qefeleke din a S400 bidin Tirkiyê.

Rêveberê Komîteya Ferdala Rûsî ji bo hevkariya leşkerî Dîmitrî Şoygav (Dmitry Shogayev) diyar kir ku “herî zêde sala bê, wê Rûsya beşekî din ji pergala S400 bide Tirkiyê”.

Di hevpeyîvînekê li gel ajansa “Inirfaks” û li ser mijara dayîna balafirên şer ji bo Tirkiyê, rêveberê leşkerî yê Rûsî destnîşan kir ku “danûstandin didomin û ew amade ne balafirên xwe bi bihayên kêm jî bidin Tirkiyê”

Ev daxuyaniya Rûsya di wextekê de tê ku, NATO aciz e û Emerîka jî ji bo krîna pergala S400 cezakirina Tirkiyê lêkolîn dike.

Leave a Reply

Back to top button