LI TIRKIYÊ REWŞA ARWARTE’ LI AGIRIYÊ 7 KES HATIN GIRTIN’

Bi nêzîkbûna hilbijartina herêmî re zext û binpêkirin ji aliyê desthilatdariya AKP’ê ve zêde bûne.

Bi taybet di çarçoveya qirkirina siyasî AKP’ê lez daye girtin û binçavkirinê.

Li navçeya Dutaxê ya Agirî jî ji 15 kesên hatin binçavkirin 7 kes hatin girtin.

Li navçeya Dutaxê ya Agirî di rojên derbasbûyî de di serdegirtina malan de 15 kes hatibûn binçavkirin.

Îfade dayîna binçavkirina li emniyetê temam bû.

Ji 15 kesên derxistin dadgehê 7 kes bi îdiaya “Endamê rêxistinê ne” hatin girtin.

LI ÎZMÎRÊ 5 KES HATIN BINÇAVKIRIN

Li navçeya Bornova ya Îzmîrê jî, di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin.

Polîsan di serdegirtinê de deriyên malan şikandin, dest danîn ser gelek pirtûk û cîhazên elektronîk ên destan.

Kesên binçavkirî, birin Şaxa TEM’ê ya Îzmîrê û hinceta binçavkirinê jî nehat zanîn.

BERDEVKÊ MECLISA CIWANÊN HDP’Ê AYDIN HAT GIRTIN

Her wiha Berdevkê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Tuna Aydin jî hat girtin.

Dozgerê îfadeya Tuna girt, bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” sewqî dadgehê kir.

Dadgahê jî bi heman hincetê Tuna girt û şand girtîgehê.

Leave a Reply

Back to top button